Vexwendina Cîvata Asê ji roja 27mîn tirmehê heta 3mîn tebaxê Mêvanxane Meuchefitz Komara Wendland azad

Berî 20 salan, di sala 1996 de, hevalên Zapatist ji bo „Cîvîna yekemîn a gerdûnî ji bo mirovahiyê û li hember neoliberalîzmê“ li qadên rizgarkirî û asê yên Çiyapaz, Meksîkê vexwend. Û carê yekemîn di dîrokê de ne tenê rêxistin û partiyan bi armancên îdolojîk ên cûda cûda, lê belê insanên asê yên ku berxwe didin bixwe hatin vexwendin – ev jî di asta gerdunî de! Heqîqî 3000 mirov zedê di daristana Lakandonê de kom bûn ji bo niqaş, guhdarbûn û hîlana. Ji Elmanya jî çend mirov çûn. Bi hêz, cesaret û bi best vegeriyan û biryara xwe girt ku xwe bi rê xistin kiribin – di şekilê têkiliya piştgirî û asêbûn, Ya-Basta-Netz, ango „tora êdî bes e“. Di vê havînê de Ya-Basta-Netz dibe 20 salan.

Me demek li ser sekinand, em çawa bi hev re bên û hîlana çêbikin, û me biryara xwe girt ku em ne tenê şahî, lê belê em pêşketin dixwazin. Rê û rêbaza herî baş di nêrîna me de dîsa ev buye ku em ji bo Cîvata Asê vebixwînin.

Di heman demê de di Meksîkê de jî şahiyê tê lidarxistin. Hevalên Zapatist ji bo cejna „ComArte por la humanidad“ (ango „cejna belavkirina çand û hûner ji mirovahiyê re“ û hem jî Kongreya Netewî ya Indigên (gelên kevin ên Amêrîka Latîn) îsal jî dibe 20 salan. Çalakiyên me yên li vir di nav dilê cinawîr ê sistêma kapitalîst modernitê de bi têkoşîna wan re girêdayî ye û em piştgiriya wan dixwazin xurt bikin. Em xwe jî beşdarên berxwedana gerdûnî li hember vê sistêma jiyankûjer dibînin.

Li ser vê esasê, em bi we re dixwazin bikevin niqaşê li ser van mijaran:

Pêwendî di nav penaberkirina Indîgênan û welatên dewlemend ên xerc û xeracên vedişînin çî ye? Kêm nirxandina insanên bi nasnameya cinsî ya guhêr (Trans) bi derxistina penaberan çawa girêdayî ye? Em çawa dikarin têkilî di nav têkoşînên bajarî ji bo qadên vekirî û avakirina komînên gundî de binirxînin? Girêdayîbûna qeyranên perê û bankan û dagirkirina aborî ya hereman çî ye? Militanbûn û aşitîxwazî çawa bi hev re bişorxilin? Em hemû van pirsan dixwazin bînin ser ziman, daku pirrengiya têkoşînên me bê xuyakirin.

Ji bo vê, em danûstandîna kûr û rast bi mabestekê yekrûyî û yekdilî esas dibînin û ferq û cûdahî di nav dahûrin û nêrînan de xuya bibin. Jêre cesaret gerek e, da ku em pirsên giran û bingehîn bikarin bînin ser ziman. Em dixwazin ji hevdu fêr bibin bi rêbaza naskirina nêrînên cûda cûda bihûnînin û bikin rastiyekê tev û wekhev, beyî ku desthilatdarî û mafdarî bikeve nav me de – ji yekbûna tevahiyê re.

Ji ber ku em difikirin em di nuqteyekê wekhev in ku em hemû dixwazin xirabî, metingehî û desthilatdarî derbas bikin û xwe rizgar bikin, ji bo cîhanekê hemû jiyan têde dikarin cîhê xwe bigrin.

Lewma gerek em dubare û misogerkirina rewşên bindestî û heqdarî şer bikin. Desthilatdariya zilam, nijadperestî, kapîtalîzm û awayên cûda yên zext û zilm û bindestî girêdayî her kes in, di hindûrê me de parçekirinekê çêdikin. Ew jî watê dide gerek em perspektîf û rola xwe baş fêm bikin. Lê belê, em jî dinêrin ku hisên sûcdarî ne çareser in û alîkarî nakin hevalên me yên ku her roj ji rûmeta xwe re têdikoşin.

Di salên paşî yên 20 de me xwe wek tora „êdî bes e“ rêxistin kiriye, me rexne kiriye û pêşve meşiyane. Me perspektîfên cûrbicûr nas dikir û me hewl da pêwendiyên di nav têkoşînên cûda de çebikin. Em di nêzîkbûnên nav me de bi rêz û rûmet pêşdixin, bi piştgirtiya gerdûnî, em piştê berxwedana bi biryar digrin û gav bi gav alternatîfan avadikin. Lê belê ew hin terê nake. Li ser vî esasî em serê bingeha avakiriye pêşve diçin û gavên pêşî bibînin. Dem dema amadekirina paşxistina sistêmê ye.

Ji bo vê, emê bicîvînin. Em li ser vê mijar em dixwazin bi we re biaxevin. Werin, bestê bigrin, em ê hevdu bi pirsyar û serkeftinên xwe xurttir bikin. Da ku em hedefa xwe am lêbixin, em ê bi hev re têbikoşin.

Kêfa me ji hatina we tê!

Ya-Bastsa-Netz

Ji bo tevlîbûn em perê kom bikin baş be, 5 Euro ji bo her roj kesek tevlî qampê dibe, 7 Euro ji bo xwarin (biolojîk û vegan / bê goşt û şîr) ji koma xwarinpêjên Le Sabot. Eger perê we kêm e, dîsa jî werin û em ê wê bi hev re çareser bikin.

Ji bo dêdayana qampê mesaj bişînin: rebellisches@riseup.net an jî werin serdanê malpera me: rebellisches.noblogs.org

Di mesajê de bi kerêma xwe agahî bidin me:

  • Hûn çend kes in?
  • Çend kes tevlî we dibin?
  • Hûn dixwazin tiştek parvebikin (ders, hûner hwd.)?
  • Tercûme ji we re gerek e?
  • Alerjî cem we hene (ango, xwarin heye a ku ji sedemên tendurustî nikarin bixwin)?
  • Weke din çî gerek e?

Da ku gelek heval dikarin tevlî Cîvata Asê bibin, em ê mesrefên çûn û hatin di nav me de parvebikin. Kî bikare alîkarî bike an jî ji kê re destek pewist e, bibêjin, em ê çareserek bibînin.

Hûn kuçikên xwe neyînin baş be. Di Cîvatê de jî zarokên piçûk dê tevlîbibin û heval hene belkî kuçik ditirsin.

Eger hûn ji bo vê nikarin bên, ji ber ku cîhekê din ji bo kuçikên we nînbe, jî bibêjin, em ê wê jî çareser bikin.